ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdilahîyan: Vekişîna hêzên amerîkî ji navçê ser xêra ewlehîya navçê ye

Alîkarê taybet ê karên navnetewî yê serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê, vekişîna leşkerên amerîkî ji herêma rojavaya Asyayê ser xêra ewlehîya vê navçê zanî.

Hisên Emîrevdilahîyan, Alîkarê taybet ê karên navnetewî yê serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Vekişîna hêzên amerîkî ji navçê ser xêra ewlehîya navçê ye û bi hevkarîya welêtn herêmê ewlehîya mayinde dikare were dabînkirinê.

Wî pêgirî Hêza Komara Islamî ya Îranê û herêmê têra parastina welatên islamî dike.

Emîrevdilahîyan herwiha bal kişand ser vîya ku Donald Trump serokomarê Amerîkayê her roj heqaretê li welatên ereb ên herêma Kendava Farsê dike û got: Hevrêtîya Rîyaz, Abûzebî û Menamê digel Tel Avîvê, penceşêra kujer a ibrî-erebî ye.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê sêşemê şevê Selman Bin Evdilezîz paşayê Erebistanê hişyar kir ku bêyî piştgirîya artêşa Amerîkayê, ew “du hefteyan“ jî ser desthilatê namîne.

Başa dön tuşu