ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîrevdillahiyan: “Em piştgiriya xwe ji Sûriyê didomînin”

Destyarê taybet ê Serokê Meclîsa Şêwraya îslamî ya Îranê ku çûye Sûriyê got: Îran piştevaniya xwe j Sûriyê didomîne.

Li gorî rapora SANA Newsê, Hisên Emîrevdillahyan, Destyarê taybet ê Serokê Meclîsa Şêwraya îslamî ya Îranê Duşemiyê bi şev di hevdîtian bi Hemûde Sebax, Serokê Meclîsa Sûriy li şamê tevî amajeya bi rola parlimanên du welatan jibo lezandina danûstandinên bazirganî û pêwendiyên abûrî got: Îran hemî hewildana xwe jibo piştgiriya ji Sûriyê di astên siyasî û abûrî pêk tîne.

Emîrevdillahiyan tevî sipasiya ji helwêstên wêrekane yên Sûriyê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê da got: Sûriye roja îro derbasî qionaxeke nû bûye û dosyeya têrorîstan li idlibê bi zûtirkê dê were girêdanê.

Serokê Meclîsa Sûriyê jî di vê hevdîtinê da tevî sipasiya ji helwêsta neguhêr a dewleta îranê di warê piştevaniya ji miletê Sûriyê, destnîşan kir: Em hevgirtina xwe bi îranê ra li hemberî gefên Amerîkayê radigihînin.

Sebax tevî amajeya bi hevahengiya berdewam navbera parkliamnên Sûriuye û Îranê bi mebesta yekhelwêstiya di civînên navneteweyî da derheqê mijarên navçeyê û komployên ku li dijî Sûriye û Îranê tên plandarêştin, pêwendiyên du welatan xurt da zanîn.

Hisên Emîrevdillahiyan, Destyarê taybet ê Serokê Meclîsa Şêwraya îslamî ya Îranê roja Duşemiyê jî bi Welîd Milelim Wezîrê karên derve yê Sûriyê ra li şamê hevdîtin pêk anî û du aliyan li bara dawîn guhertinên navçeyê û rêkarên têkoşîna li hemberî kêşeyên hevpar ji wan boykotên Aemrîkayê li dijî du gelên ran û Sûriyê ku bi mebesta serêxwegirtina armancên Rêjîma Siyonîst in û cûreke têrorîsma abûrî tên hisab, gotûbêj kirin.

Welîs Mielim Wezîrê karên derve yê Sûriyê di vê hevdîtinê da tevî sipasiya ji milet û dewleta Îranê ji ber piştgiriya ji Sûriyê di şerê dijî têrorîsmê  û babetên din da got: Serketinên ku li Sûriyê pêk hatin  hem jibo Sûriyê û hem jibo hevpeymanên wî welatî ne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin. Komên din ên têrorîst jî di halê têkçûnê da ne.

Başa dön tuşu