ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdillahiyan: Erebistanê Saziya Hevkariya Îslamî dîl girtiye

Sikritirê giştî yê Civîna navneteweyiya Piştgiriya ji Filistînê got: Saziya Hevkariya Îslamî bi destwerdana nedirsut û zexta Erebistanê mijarên xwe yên sereke wenda kirine.

Hisên Emîrevdillahiyan sikritirê giştî yê Civîna Navneteweyiya Piştgiriya ji Filsitînê roja îniyê her viha got: Mixabin Erebistan Saziya Hevkariya Îslamî wek amorekê bi kar tîne û ev sazî dewsa hevkariya digel welatên îslamî û alîkariya ji bo çareserkirina qeyranên lihevaliyayî yên siyasî û ewlehiyê yên navçeyê bi zext û zora siûdiyan qeyranan pêk tîne.

Emîrevdillahiyan guherîna nişkêvayiya sikritirê giştî yê Saziya Hevkariya Îslamî nîşana tevgerên teze yên siûdiyan li riyeke nekêrhatî da zanîn û got: Saziya Hevkariya Îslamî bi armanca danîna hêzê li ser mijara Qudsê li Filistînê û sekinîna li hemberî êrîşên rêjîma nerewa ya Israîlê hat damezirandin; Lê niha tu karekî ji bo sekinîna li hemberî Rêjîma Siyonîst û berevaniya ji gelê bindest ên Filsitînê nake.

Sikritirê giştî yê Civîna Piştgiriya ji Filistînê pêgirî kir: Saziya Hevkariya Îslamî ji aliyê Riyazê va bi armanca sekinîna li hemberî hinek ji welatên endam dîl hatiye girtin û heta wê demê ku siyaseta xizmeta bo armancên yekalî û nekêrhatî yên Erebistanê wêda daneyne, dê tûşî şikestê were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu