ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdillahiyan: Hizûra nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê li gotûbêjan pêwîst e

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê li karên erebî û afrîqayî hizûra nûnerên rastîne gelê Sûriyê li gotûbêjan ku bona çareserkirina kirîza vî welatî birê dikeve pêwîst zanî.

Li gor rapora ajnasa nûçan a IRNA’yê, Husên Emîrevdillahiyan Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê li karên erebî û afrîqayî li hevdîtina xwe ya duh çarşemê tev Remzî Îzedîn Remzî alîkarê nûnerê taybete sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê li Têhranê got: ona çareserbûna kirîza Sûriyê pêwîste ku nûnerên rastîne gelê vî welatî pişkdarî civînên aşitiya vî welatî bin û pêwîste ku dosiya Sûriyê siyasî nebe û alîkariyên mirovdostane bo xelkê vî welatî bêne şandin.

Emîrevdillahiyan bal kişande ser viya ku eger aliyên gotûbêjê yên sûrî rastiyên nav vî welatî berçav bigrin, îmkana destpeydakirina ser rêçareya siyasî bona kutahî dana bi kirîzên vî welatî peyda dibe û got: Bona çareserkirin kirîza Sûriyê pêwîste hemû haje nexş û rola steratijîke Sûriyê li navçê bin û vê yekê jî berçav bigrin ku Sûriye li şerê tev grûpên terorîstî daye û pêwîste ku hemû welatên cîhanê alîkariya Şamê bikin.

Remzî Îzedîn Remzî alîkarê Dî Mistora nûnerê taybete sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser rewşa awarteye Sûriyê û destnîşan kir ku pêwîste ku hemû welatên cîhanê bona çareserkirina kirîza Sûriyê bixebitin û bê şik nexş û rola Îranê li vê barê da gelekê girînge.

Cîgirê erebî û afrîqayî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Em li ser vê bawerê ne ku rêçareya Sûriyê tenê siyasî ye û gerê ku têrorîst û komên çekdar ên girêdayî bi wan ji aliyê civaka cîhanî va bên şermezarkirin û tepeserkirin heta ku derfetek ji bo pêşketina rêçareya siyasî bê dabînkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu