ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîrevdillahiyan: Îran li kêleka berxwedan û Sûriyê sekiniye

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya islamî ya Îranê li karên navneteweyî got: Mêhwera Amerîka û Rêjîam Siyonîst damezirîner û handêra `DAIŞ û Cebheya Nusreyê` ne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bI IRNA`yê, destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya islamî ya Îranê li warê navneteweyî, Husêyn Emîrevdillahiyan bi gotina viya ku Îran li kêleka berxwedan û Sûriyê sekiniye, her viha got: Siyonîstan bi piştgiriya xwe ji têrorîstan navçe û heta cîhana rojava bêewleh û nearam kirine û ewna tûşî qeyrana awareyan û têrorîsmê anîne.

Emîrevdillahiyan got: Ji destpêka qeyrana Sûriyê va erdên dagîrbûyî yên Filsitînê bûne sitargeh û ciyê dermana têrorîstên tekfîrî û têrorîstên tekfîrî tu kiryarekê li dijî rêjîma nerewa ya Israîlê pêk naynin; Ji ber ku ewna di rastiyê da ji aliyê siyonîstan va tên xurtkirin û birêvebirin.

Cîgirê berê yê wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Amerîka û hinek ji welatên bibandor ên din li Sûriye û Iraqê bi şopandina bikaranîna têrorîsmê wek darê destan, astengiyên ciddî li ser riya serêxwegirtina ewlehî û tenahiyê li navçeyê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu