AborîEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdillahiyan: Îran riya xwe ya bikêr li navçeyê didomîne

Hisên Emîrevdillahiyan Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li karên navneteweyî roja sêşemiyê li hevdîtina digel Raca Nûşîrewan Zêyn El Abêdîn balyozê Maliziyê li Têhranê her viha got: Îranê siyaseta xwe ya serbixwe heye û ji bo ewlehî û aramiya li navçeyê dixebite.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li karên navneteweyî bi gotina viya Îran li hemberî liv û tevgerên nekêrhatî yên hinek ji xwedîrolan nêrîneke erênî û kêrhatî û mentiqî heye, got: Siyaseta Îranê alîkariya welatên navçeyê li hemberî qeyranên navçeyî li ser esasa daxwaza welatin wek Iraq û Sûriyê û hevdem hewildana ji bo serêxwegirtina rêkarên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên niha ye.

Balyozê Maliziyê li Têhranê jî bal kişande ser peywendiyên baş nava Îran û Maliziyê û got: Sefera rayedarên du welatan nîşan didie ku Îran û Malizî xwedana gellek xalên hevpar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu