FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdillahiyan: “Karê xav ê Trump li dijî Qudsê careka din bala cîhanê kişande ser Filsitînê“

Destyarê taybet ê serokoê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî roja Pêncşemiyê li hevdîtina bi balyozê Filistînê li Têhranê, Selah El Zewawî, tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Quidsa şerîf pişka necudavbûyî û hetahetayî ya welatên Filsitînê ye, got: “karê nepijyayî û xav ê Trumpê serokomarê Amerîkayê careka din bala cîhanê kişande ser mijara Filsitînê“.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî, Husêyn Emîrevdillahiyan her wiha got: “Trump divê dest ji helwêsta xwe berde“.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 6`ê kanûna 20117an tevî hebûna dijayetiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî ragihand: “Waşîngton Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike“.

Trump her wiha ji wezareta karên derve ya Amerîkayê xwest ku pêwîstiyên veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Beytulmuqedesê dabîn bike.

Eva li halekî ye ku Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 21`ê Kanûna 2017an pêşnivîsa biryarnameyekê bi 1278 dengên Erê, 9 dengên Na û 35 dengên bêla pesend kir. Li gorî vê biryarnameyê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dê Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas neke.

Selah Zewawî jî li vê hevdîtinê ji piştevaniyên bibandor ên Komara Îslamî ya Îranê ji Filsitînê qedrzanî kir û got: “Damezirandina welatê Filsitînê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê bi paytextiya Qudsa rojhilatî, tenê xewn û xeyalek e û serêxwegirtina wê nepêkan e“.

Balyozê Filsitînê li Têhranê bal kişande ser vê yekê ku Trump tenha cihênerê xwestek û vîn û iradeya Rêjîam Siyonîst e, li ser pêwîstiya parastina yekîtiyê li cîhana îslamê pêgirî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu