ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîrevdillahiyan li hevdîtina digel Bişar Ceferî: Lîstina bi belga têrorîstan, lêstina bi êgir e

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî roja çarşemiyê li hevdîtina digel nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), tevî rexneya ji hinek aliyan ku li dû filitandina têrorîstan in, lîstina bi belga têrorîstan wek lîstina bi êgir da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hisên Emîrevdillahiyan Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî li hevdîtina digel Bişar Ceferî li Têhranê, Gotûbêjên aliyên sûrî ji bo serêxwegirtina rêkara siyasî ya qeyrana Sûriyê girîng da zanîn û got: Kombûna têrorîstan li Sûriyê li dijî ewlehî û aştiya Sûriye û navçeyê ye.

Emîrevdillahiyan, Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî tevî pêgiriya li ser viya ku stratijiya Komara Îslamî ya Îranê hertim li ser esasa berfirekirina hevkariyên giştalî digel hemî welatên navçeyê û welatên îslamî ye, her viha got: Têhran dê piştgiriyên xwe yên bibandor heta serêxwegirtina rêçareya siyasî li Sûriyê bidomîne.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî her viha li vê hevdîtinê tevî pîrozkirina azadkirina bajarê Helebê ji bin dagirkeriya têrorîstan li dewlet û delwet Sûriyê, got: Berxwedan û mayîna gel, hêzên Berxwedanê û artêşa Sûriyê li bajarê Helebê, bû sebeba têkçûna têrorîstên tekfîrî û niha gere ku civaka cîhanî li warê şandina alîkariyên însandostiyê bo Heleb, Fûe, Keferya û deverên din ên qeyranî pêngavan rabike.

Bişar Ceferî jî li vê hevdîtinê bal kişande ser rola girîng a Komara îslamî ya Îranê wek hevpeymanê Sûriyê li warê şerê dijî têrorîsmê û got: Komara Îslamî ya Îranê li warê têkoşîna li hemberî tevgera tekfîrî û têrorîsmê ji welatên pêşeng tê hesêb.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY li dawiya vê hevdîtinê da sipasiya xwe ji rola bingehîn a rêberê giranqedr ê Înqilabê, dewlet, parliman û gelê Îranê ji gel û dewleta Sûriyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu