ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdillahiyan: “Yekdengiya Erebistan, Imarat û Behrêynê li Davûsê li dijî Îranê, şaşitiyeka stratijîk e“

Destyarê tayebt ê serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li karên navneteweyî roja Îniyê li ser Twittera xwe nivîsî: “Rêzbûna Erebistana Siûdî, Imarat û Behrêynê li kêleka hev li civîna salê ya Civata Cîhanî ya Aborê li bajarê Davûsa Swîsê li dijî Komara Îslamî ya Îranê şaşitiyeka stratijîk e“.

Rayedarên siûdî, imaratî û behrêynî yên beşdarbûyî li civîna Davûsê, li vê civînê jî weke berê helahela bi rê xistin û îdiayên bêbingeh li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi rê xistin. Wan li gorî xwe Îran bi sûcê çalakiyên alozîçêker li navçeyê tawanbar kirin.

Ev di rewşekê da ye ku Komara Îslamî ya Îranê hertim li ser xala gotûbêj, rêzgirtina li hakimiyet û cînaretiya baş li navçeyê destnîşan kiriye û meyl û meraqa xwe ji bo hebûna pêwendiyên baş digel welatên cînar diyar kiriye.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Destyarê tayebt ê serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li karên navneteweyî, Husêyn Emîrevdillahiyan bi bîr xist ku di rojên dijwar ên dagirkirina tam a Kuwêytê ji aliyê Sedam, dîktatorê darvekirî yê Iraqê, Îran li kêleka cînarê xwe yê ereb û gelê Kuwêytê bi camêrtî rawestiya.

Destyarê tayebt ê serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li karên navneteweyî xitabî rayedarên siûdî, imaratî û behrêynî her wiha got: “Koşka Sipî û rêxistina sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst (MOSAD) we wekî parçeyekê carekê bi kar tînin û dûra davêjin; Lê cînaretî û misilmantiya me heta hetayî ye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu