ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Lihevkirina Navokî wê bi cihatina sozên aliyê hember berdewam bibe

Elî Ekber Salihî, serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Komara Îslamiya Îranê, roja çarşrmê li koma siyasetvan, xwendekar û karzanên Akadêmiya Dîplomatîk a bajarê Viyenaya paytexta Otrîşê got: Lihevkirina Navokî, ji aliyên koma hemberî me tûşî hin berbendan hatiye û Komara Îslamiya Îranê, hêvîdar e ku ev berbend ji holê rabin.

Salihî li beşeka din a axiftina xwe bal kişand ser dîroka hevçerx a Îranê û bi taybet piştî serketina Înqilaba Îslamiya Îranê, û got: Îran, bi siyasetên xwe yên li navçe û cîhanê, bûye welatekî bihêz ku dikare di warê navneteweyî de bi hêz û qawetên nû, gotûbêja siyasî pêk bîne û mafên xwe misoger bike.

Elî Ekber Salihî, alîkarê serokomar û serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Komara Îslamiya Îranê, bona beşdariya li şêstemîn civîna salane ya Saziya Enerjiya Atomê, çûye Viyenaya paytexta Otrîşê.

Salihî li kêleka vê civîna pêncrojî ku ji roja duşemiya buhurî va dest pê bûye, bi wezîrê enerjiya Amerîkayê, serokê Rûs Atom`ê, birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û serokên Saziyên Enerjiya Atomê yên Ingilistan, Fransa û Çînê û nûnerê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Ajansa Naneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) re hevdîtin pêk anî û bi wan re gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu