CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Endamê Kurd Muhsin Bîglerî: ”Amerîka dijminê herî mezin ê Kurdan e”

Endamekî kurd yê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ku nûneratiya Seqiz û Banê dike dibêje, Amerîka dijminê herî mezin ê kurdan e.

Parlamenterê kurd û nûnerê bajarên Seqiz û Bane yê parêzgeha Kurdistana Îranê li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Muhsin Bîglerî li bajarê Sine di konferansekê de ku li ser têgeha Amerîkî ya mafên mirov hatibû lidarxistin, bi tundî êrişî Amerîka kir û ragihand, hinek kes dibêjin Amerîka kurdan diparêze, ne wisa ye. Ma we kîmyabarana Helebce û Serdeştê û operasyonên enfalê nedît! Ew hemû ji aliyê peyayê Amerîka Sedam Husên ve hat kirin! Vêca Amerîka çawa behsa mafên mirov û dostaniya kurdan dike! Amerîka mezintirîn dijminê kurdan e!

Muhsin Bîglerî her wiha da xuya kirin ku pêwîstiya kurdan bi dostaniya Amerîkayê nîne, lê bi dilsoziya rêberê mezin ê Îranê Hz. ayetullah Xaminêyî heye.

Başa dön tuşu