İslami Davet Kurdi Bange İslami

Endamê Tevgera Cîhada Îslamî: Bêguman dê bersiva her cure kiryara Îsraîlê were dayîn

Yek ji berpirsên pilebilind ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê destnîşan kir ku ev tevgera dê bi micidî bersiva her cure kiryara Rejîma Siyonîstî bide.

 Li gorî rapora IRIB Newsê,  Xalid El-Beteş endamê pilebilind ê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja duşemiyê li gotûbêja  bi kanala  lubnanî ya Meydaînê bal kişand ser vê yekê ku  tevegra Cîhada Îslamî ya Filistînê gefên  vê dawiyê yên Îsraîlê raghandina  cengê bo vê tevegrê dizane û got: Tevgera Cîhada Îslamî tu carî qebûl nake ku  endam û berpisrên wê werin kuştinê û ev tevgera karekî neke.

El-Beteş teqez kir ku eşkere ye ku Îsraîl li dû tirsandina  filistîniyan û pêkanîna  tirs û xofê nav a xelkê ye da ku wan  ji Cîhada Îslamî dûr bixe û gurdanên  El-Qudsê ji dayîna  bersiva  cinayetên vê rejîmê poşman bike.

Endamê pilebilind  ê tevegra  Cîhada Îslamî ya Filistînê her wiha got Rejîma Siyonîstî erdê filistîniyan dagir kiriye û filistînî cengê heya  azadiya welatê xwe weke mafê xwe dizanin.

Binyamîn Nêtanyahû yekşemiyê şevê îdia kir ku ger komên  têkoşer ên filistînî li Gazayê vikevin ber êrişên Îsraîlê, ê bersivkeke qahên wergirin.

Exit mobile version