NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Emê beşên mayî yên axa Sûriyê rizgar bikin

Serokomarê Sûriyê got: Erdên mayî yên di bin dagirkeriya têrorîstan da dê bi zûtirkê werin azadkirin

Li gorî rapora IRIB Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê roja Duşemiyê li hevpeyivîna bi rojnameya Oman Dailyê bi gotina vê yekê ku şam derbarê erdên mayî li Idlibê li bakur û rojhilata Firatê ku niha derveyî kontrolê ne, cidî ye, got: Ev erd bi zûtirkê dê werin azadkirin; Ji ber ku emê rê nedin ku tu beşek ji axa Sûriyê were parçekirin.

Esed tevî amajeya bi v yekê ku şerê dijî Sûriyê ji 20 salan beriya niha dest pê bû û bûyerên sala 2011an nuxteya destpêbûna wî nebû, got: Ji sala 1967an mêdyayên civakî gellek gotegot û derewên civakî bi armancên taybet dest pê kirin ku di sala 2011an da bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana hin welatan gihîştiye asta herî gurr.

Bişar Esed tevî pêgiriya li ser vê yekê ku tevahiya hokarên derveyî ku qeyrana Sûriyê pêk anîbûn, ji nav çûne, got: Armanca dewletê di pêşerokeja nêzik da, jinûve pûeydakirina cîgeha Sûriyê l navçeyê ye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu