IraqNûçeRojhilatanavin

Endamekî encûmena sivîl a Reqayê hat kuştin

Endamê encûmena sivîl a Reqayê şêx Beşîr Fêsel El Hiwêdî kuştî di nav otombîla xwe de li Reqayê hate dîtin.

Derbarê kuştina wî encûmena sivîl a Reqayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragehand ku, îro li nêzîk nexweşxaneya zarokan li cadeya Nûr a bajarê Reqayê  şêx Beşîr Fêsel El Hiwêdî kuştî di nav otombîla xwe de hate dîtin.Encûmena kuştina şêx Beşîr Fêsel El Hiwêdî bi tundî şermezar kir.

Şêx Beşîr Fêsel El Hiwêdî ji bilî ku, endamê encûmena Reqayê ye serokê eşîra El Efadile ye.

Ji aliyê xwe ve rêxistina DAIŞê kuştina wî endamê encûmena sivîl a Reqayê li xwe girt.

Başa dön tuşu