İslami Davet Kurdi Bange İslami

Endamekî parlimana Iraqê, pergala hikimdar li Erebistanê, darê destê sîyonîstan bi nav kir

Li gorî rpaora kana nûçan a Al-Alamê, Hesen Salim serokê Fraksyona Sadêqûnê li meclisa Iraqê ragihand: Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê û pergala têrorîst a binemala siûdî darê destê sîyonîstan jibo kuştina miletan in û pêbawerîya li vê pergala têrorîst şaşitî ye, pergala ku cinayetên herî hovane li hemberî gelan dike.

Vî parlimanterê iraqî pêkutî kir: Serdana Adil Cubêyr bo Iraqê komploya nû ya amerîkî-sîyonîstî ye û dewleta Iraqê divê li hemberî vê komployê hoşyar be û heke Erebistana Siûdî li mijara peywendîyên ligel Iraqê nêta xêrê hebe, bila piştgirîyên xwe ji komên têrorîst bi dawî bîne.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê roja 25`ê Sibatê di çarçova serdaneke ji pêşve neragihandî, giheşte Bexdayê. Serdana Adil Cubêyr bo Iraqê pêrgî berteka bijareyên sîyasî û mêdyayên Iraqê bû. Eva yekem serdana wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Iraqê piştî têkçûna rêjîma Sedam di sala 2003`yê da bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version