CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Endamekî Partiya Komarxwazan: Trump bi derketina ji Lihevkirina Atomî ziyan gihande berjewendiyên gelê Amerîkayê

Endamê Partiya Komarxwazan biryara serokomarê Amerîkayê ji bo derketina ji Lihevkirina Atomî li ser ziyana berjwendiyên gelê Amerîkayê da zanîn.

Mark Dankov, Endamê Partiya Komarxwaz a Amerîkayê roja Çarşemiyê li gotûbêja bi IRNAyê ra got: Lihevkirina Atomî lihevkirina guncan û baş e ku Koşka Sipî diviyabû têda bimîne.

Endamê Partiya Komarxwazan a Amerîkayê di dewamê da her wiha got: Siyonîst bi handana Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê bo derketina ji Lihevkirina Atomî derbe li lihevkirinekê xistin ku li ser xêra gelê vî welatî bû.

Li gorî gotina vî endamê Partiya Komarxwazên Amerîkayê, Hevpeymaniyeka ji siyonîst û nûparêzkaran siyaseta derveyî ya Amerîkayê bi pêşda dibin û li ser siyasetên serokomarên Amerîkayê ji du partiyên Dêmokrat û Komarxwazan bandorê dikin.

Mark Dankov her wiha got: Komîsteya pêwendiyên derveyî li Kongre û Sênaya Amerîkayê pêkhateyeka wan heye ku nîşan dide siyonîst li ser wan serdest in.

Donald Trump roja 8ê Gulana 2018an bi biryareka yekalî ku tûşî pêşwaziya Rêjîma Siyonîst bû, bi awayê fermî ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê derket.

Başa dön tuşu