Endamekî YNK`ê: Tirkîye bi dû dagirkirina Hewlêr, Duhok, Mûsil û Silêmanîyê ye

Endamekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) got: Armanca Tirkîyê ji êrişa vê gavê ya ser bakura Iraqê “dagirkirina Hewlêr, Duhok, Mûsil û Silêmanîyê“ ye.
Muhenid Eqrawî endamê YNK`ê dîyar kir ku êrişên bejayî û hewayî yên Tirkîyê ser Herêma Kurdistana Iraqê didomin û navçeya Imadîye ser bi parêzgeha Duhokê ji wan girîngtirîn navçeyan e ku ber destdirêjîyê ye, got: Zêde ji 180 malbat ji ber operasyona artêşa Tirkîyê ji gundên Serçalî û Mijî li Duhokê aware bûne.Eqrawî herwiha got: Tirkîye hebûna PKKê wek hecetekê ji bo êrişa ser bakura Iraqê bi kar tîne, lê rastî ev e ku Enqere ji sala 1920ê va armancên zêdexwazîya dîrokî ji bo kontrolkirina Mûsil, Hewlêr, Duhok û Silêmanîyê dimeşîne.Wî pêgirî kir ku operasyona Tirkîyê di nav axa Iraqê da xef bitaluke û ji bo armancên biguman e û ji ber helwesta lawaz a hikûmeta Herêma Kurdistanê hibmerî vê operasyonê heyf ş mixabinîya xwe dîyar kir.