Endamên kongira Emerîkayê gefa Trump li dijî Îranê rexne kirin
Twîta bi gef a serokkomarê Emerîkayê bû sedem ku gelek ji endamên kongirê wî rexne bikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, endamên kongira Emerîkayê twîta bi gef a Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî Îranê li çarçoveya xalifandina raya giştî û nekêrhatîbûna dewleta wî dan zanînê.
Tîm Kîn endamê meclisa Senayê ji eyaleta Vîrcînyayê twîta Trump nîşana hewldana wî ji bo destpêkirina cengekî li dijî Îranê da zanîn û got: Ev meseleya divê hişyariyek be jibo gişkan..
Senator Diyan Fînştayn twîta Trump ehmeqane wesf kir û nivîsî: Gefa şêr di twîta dawiya şevê de, ne dîplomasî ye. Himaqet e û sivikkirina cih û şûna Trump e.
Rîçard Blomental endamekî din ê Senaya Emerîkayê bal kişand ser vê yekê ku dewlet aTrump li hember Têhranê stratejiyek tine û edebiyat û bêtoretiya wî li dijî Îranê bi talûke da zanîn.
Bêrnî Senders senatorê eyaleta Vermantê jî got: Trump ji bo şêr plan û bernaman dike ku dubare were bijartin.
Lowîd Dagêt endamê meclisa nûnerana a Emerîkayê jî li hember gefa Trump bertek nîşan da û wê hewldana ji bo xalifandian raya giştî ji teslîmbûan wî li hember Pûtîn û destkewtên pir kêm li hember Koreya bakurî da zanîn û got: Van cure egfên bi talûke renge bibe sedema şerê tev Îranê ku hin kes li Rojhilata Navîn bi salan e lê digerin. Donald Trump di twîtera xwe de li hember hişyariyên Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê nivîsî: Tu carî û tu carî gefê li Emerîkayê nexwen.
Rûhanî roja yekşemiyê li axiftinekê xitabî emerîkiyan û li bersiva vê yekê ku wan gotine, nahêlin nifta Îranê bê firotin û got: Serokkomarê Emerîkayê bila bizanibe ku Îran ewlehiya av rêya navçê di dirêjahiya dîrokê de misoger kiriye û bila bi dêla şêr re nelîze ji ber ku bersiva Îranê dê wan poşman bike.