İslami Davet Kurdi Bange İslami

Endamên malbateke iraqî li encama êrişa hevalbendiya Emerîkayê li Mûsila Iraqê hatin kuştin

Rojnama Gardiyenê ragihand ku endamên malbateke iraqî li encama êrişa vê dawiyê ya balefirên hevalbendiya Emerîkayê ser navçeyekê li Mûsilê hatin kuştin.

Li gorî rapora ISNA`yê, rojnama Gardiyenê nivîsî ku 8 kesên sivîl ên endamê malbatekê ku sê ji wan zarok bûn li encama êrişa hewayî ya Emerîkayê ser mala wan li gundê El-Faziyliyê ser bi bajarê Başîqê li Mûsilê hatin kuştin.

Balefirên Emerîkayê du caran ev mala  bombebaran kirin. Ev êrişa 22 Cotmehê cih hat. Hevalbendiya Emerîkayê dibêje ev nûçeya cidî girtiye û li bara  wê lêkolînê dike.

Eva yekim car nîne ku xelkê sivîl li encama êrişên  hewayî yên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê tên kuştin. Heya niha bi sedan kesên sivîl li encama êrişên hevalbendiya Emerîkayê li Iraq û Sûriyê hatine kuştin.

Kuştina vê malbatê li encama êrişa  Emerîkayê fukarên li bara  çarenivîsa xelkê sivîl li bajarê Mûsilê zêde kirine. Zêde ji yek milyon iraqî tim  li nav bajarê Mûsilê hatine dopêçkirin û DAIŞ wan wek mertala însanî bi kar tîne. Hêzên iraqî roja sêşemiyê karîn ku  derbasî nav vî bajarî bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version