IraqNûçeRojhilatanavin

Enfal li Herêma Kurdistanê tê yadkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li ser 29emîn Salvegera Qetlîama Enfalê ragihand ku, “Di ser Enfalê re 29 sal derbas bûn. Rejima şovenîst a Beesê ev qetlîam bi serê xelkê Kurdistanê de anî. Ev dûrî hemû bihayên exlaqî bû. Armanca zincîre êrişên eskerî yên dirindane qirkirina nijadî bû. Di qetlîamê de welatiyên me yên sivîl bûn hedef û 182 hezar însanên bêguneh hatin kuştin. Li çolan di mezelên bikomî de veşartin. Bi hezaran gund wêran kirin, gelek dever şewitandin û saman û serweta Herêma Kurdistanê talan kirin.”

Hikûmeta Herêmê bi munasebeta 29emîn Salvegera Qetlîama Enfalê peyamek belav kir û tê de rexne li Hikûmeta Iraqê kir û wiha ragihand, “Cihê daxê ye ku Hikûmeta Iraqê hetanî niha piştî rejima Beesê bi vê mijarê re di asta mesûliyetê de eleqedar nebûye. Ne ji aliyê maddî û ne jî manewî tu arîkarî nedaye xizmên qurbaniyan.”

Di peyama hikûmetê de karesata mirovî hat bibîrxistin û van îfadeyan cih girt:
“Di ser Enfalê re 29 sal derbas bûn. Rejima şovenîst a Beesê ev qetlîam bi serê xelkê Kurdistanê de anî. Ev dûrî hemû bihayên exlaqî bû. Armanca zincîre êrişên eskerî yên dirindane qirkirina nijadî bû. Di qetlîamê de welatiyên me yên sivîl bûn hedef û 182 hezar însanên bêguneh hatin kuştin. Li çolan di mezelên bikomî de veşartin. Bi hezaran gund wêran kirin, gelek dever şewitandin û saman û serweta Herêma Kurdistanê talan kirin.”

Herwiha bangewazî li xelkê herêmê hat kirin û wiha hat destnîşankirin:

“Gelî xelkê Kurdistanê yê ezîz, em niha di qonaxeke nû de ne û dawî li DEAŞê tê. Mesûliyeta vê qonaxa hestiyar di stûyê hemû pêkhate û aliyên Kurdistanê de ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu