Berdevkê fermî yê hêzên gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) li bara hevdengiya Tirkiyê û serokê Herêma Kurdistana Iraqê jibo rizgarkirina serkirdên Tirkiyeyî yên DAIŞ`ê li Tileferê agahî da.
Berdevkê fermî yê hêzên gelanî yên Iraqê, Ehmed El-Esedî li gotûbêja tev Fars Newsê bal kişand ser hewldana bêrawestan a Tirkiyê jibo pişkdarîya neqanûnî li operasyona azadkirina Tileferê û got ku Enqere bi piştgiriya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê piştî dayîna alîkariya bo revîna serkirdên Tirkiyeyî yên DAIŞ`ê ji vî bajarî jibo pêşdebirina armancên xwe yên taybet li parêzgeha Neynewayê ye.
El-Esedî bal kişand ser rawestana Hizbullaha Iraqê li hember balefireke Tirkiyê û revîna wê ji esmanê bajarê Tileferê û got: Firîna balefirên Tirkiyê ser esmanê vî bajarî li halekî ye ku heya niha tu êrişek ser meqerên DAIŞ`ê an xêncî wê tomar nekiriye.
El-Esedî bersiva eskerî li hember dewama mudaxila Enqerê li karûbarên navxweyî yên vî welatî wekî bijareya di rojevê da zanîn û destnîşan kir hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê helwestên fermandê giştî yê hêzên vî welatî li hember Tirkiyê dişopînin. Bajarê Tileferê ku ji meqerên giring ên DAIŞ`ê û riyek jibo derbasbûna terorîstan ji Sûriyê bo Mûsilê ye li sala 2014`an ket bin kontrola grûpa terorîst a DAIŞ`ê.
Hêzên gelanî yên Iraqê çarşemiya buhurî balefirgeha eskerî ya Tileferê li 9 km navenda vî bajarî azad kirin û niha li benda fermana êrişa ser navenda Tileferê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)