FilistînNûçeRojhilatanavinYemen

Ensarulla Yemenê ji gelê Filistînê spasî kir

Nivîsgeha siyasî ya Ensarullaha Yemenê ji fîdakarî û wêrektiyên filistîniyan li warê lidarxistian meşa roja Erdê spasî kir.

 

Li gorî rapora Mêhr Newsê, nivîsgeha siaysî ya tevgerea  Ensarullaha Yemenê bi adxûyaniyekê ragahnd: Gelê Filistînê  bi lidarxistian  meşqa roja erdê selimand ku bihêztir  e  ji hemî komployên  ku li dijî filistîniayn cih tên.

Ensarullaha Yemenê hevkariay  hin welatên  ereb û navneteweyî tev rejîma  dagirkirê Qudsê li dijî Filistînê şermezar kir û destnîşan kir: Divê hemî xelk hewara xelkê Filistînê de herin  û li hember dagirkeriyên  Rejîma  Siyonsîtî û rêxistinên  kirêgirtî de  rawestin.

Meşa filîstîniyan rastî destwerdana çekdarî ya leşkerên Îsraîlê hatibû ku 15 kesan can dabû û bi qasî 1100 kes jî birîndar bûbûn.Filîstînê ji bo qûrbaniyên bûyera li sînorê Xezeyê şîna netewî ragihand. Eva li halekê ye ku  tu yek ji xwenîşanderên filsitînî çekdar nebûn û gefek li dijî eskerên siyonîst nebûn.

Filistîniyên  rûniştiyê zîvala Gazayê duh  30 Adarê  li roja erdê, meş û rîpîvana  bi aşitî ya mafê vegeryanê destpê kir û li zîvala  Gazayê tev  Filistîna  dagirbûyî  kombûnek birê xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu