Ensarullah: 66 kes ji hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê azad bûn
Serokê komîta hêsîrên tevgera Ensarullaha Yemenê got: 66 kes ji hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi veguhartina hêsîran li perava rojava vî welatî azad bûn.
Li gorî rapora kanala nûçan a El-Mesîra Yemenê, Ebdulqadir El-Musteza bêyî ku bala xwe bide ser aliyê navbeynkar bo azadiya van kesana û her wiha azadiya hêsîrên aliyên din û got: Ev kiryara bi navcîtiya aliyeke navxweyî cih hatiye.
Serokê komîta hêsîrên tevgera Ensarullaha Yemenê û endamê taxima muzakirekirê vê tevgerê pêştir gotibû: Pêşniyar li dewleta îstifakirî ya Mensûr Hadî ser bi Riyazê pêşniyar hatiyekirin ku li meha pîroz a Remezanê bi guhartina hêsîran qebûl bike ku herîkêm hezar hêsîr ji her du aliyan bên azadkirin.
Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê û nûnerên ser bi Rejîma Siûdî Kanûna 2018`an bona damezrandina agirbesê li bajar û bendera Hudeydê, hilkolandina rewşa însanî ya bajarê Teizê, veguhartina hêsîran û vekirina balefirgeha navneteweyî ya Senayê bi şandiyê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Yemenê li Stokholma Swedê li hev kirin. Lê destdirêjkiran bi caran ev hevhatina binpê kirine.