NûçeRojhilatanavinYemen

Ensarullah: Amerîka ji bo dagirkirina giravên Yemenê hewl dide

Endamê Ofîsa Siyasî ya Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Amerîka hewl dide li girav û navçeyên stratejîk ên Yemenê bi cih bibe.

Elî El-Qehûm endamê Ofîsa Siyasî ya Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê di twîtekê da nivîsî: Hewldana Amerîkayê ji bo bicihbûna li girav û navçeyêîn stratejîk ên Yemenê piştî guherîna hevpeymaniyan li navçeyê, şerê Ukraynê û tevgerên vê dawiyê yên Çînê, zêde bûne; Amerîka aliyê sereke û mihwerî di destdirêjiya ser Yemenê û rewşa niha ya gelê vî welatî ye û bernameyeke xwe ya ron ji bo duberetîçêkirinê li pêkhateya neteweyî ya Yemenê û êrîşa ser welatparêzan heye.

El-Qehûm bi gotina vêya ku îro piştî 8 salan ne mumkin  eku em teslîmî dîktekirinên Amerîka û Inglîzê bibin, got: Me ji destpêkê va heta niha ji Erebistanê xwestiye ku ji bo aştiyê pêngav rake û ji bin desthilata Amerîkayê derkeve, ji ber ku dûhatên aştî an şêrr hemî navçeyê digirin ber xwe û bêguman em li ser destdirêjya ser serxwebûna ji bo biryardanê û hakimiyeta neteweyî ya welêt sazişkarî nakin û eger em bi vê yekê razî bûna, dê amerîkî û seûdiyan tev me li hev bikirana.

Başa dön tuşu