NûçeRojhilatanavinYemen

Ensarullah mûşekek Balistîk avet ber bi navenda eskerî ya artêşa Erebistanê

artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê roja yekşemiyê, mûşekeke balistîk a ji cureya Qahir M-2`yê ber bi navendeke eskerî a Erebistanê li bajarê Cîzanê li başûrê vî welatî avêtin.

Li gorî vê raporê, navenda eskerî ya hanê, vê dawiyê ji aliyê siûdiyan  hatibû avakirin. Bajarê Cîzanê ji  bajarên  perava  kêleka deryaya sor e ku ketiye başûrê Erebistana siûdî û sînorê  tev Yemenê.

Roja şemiyê jî yekîna  mûşekî ya Yemenê, mûşekeke balistîk ji cureya Bedrê-1`ê  ber bi navenda  garda  neteweyî ya Erebistanê li Necranê avêt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu