ÎranIraqNûçeRojhilatanavinYemen

Ensarullah: Xwîna Şehîd Silêmanî û Muhendis li erdê namîne

Sêkrêtêrê Tevgera Ensarullaha Yemenê bi boneya şehîdbûna Serdar Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Muhendis peyameke sersaxîyê da û ragihand ku xwîna wan şehîdana yê erdê nemîne.

Ligorî rapora Kanala Am Masîrê, Ebdulmelik Hûsî Sêkrêtêrê Tevgera Ensarullaha Yemenê bi gotina vê yekê ku şehîdên îranî û iraqî şehîdên umeta islamê ne ku di şerê jibo serxwebûn, sekinîna himberî zobêjan û sekinîna himberî Amerîkayê û Israyîlê de hewil dan, dîyar kir: Bi hezkirina Xwedê, şehîdbûn û canfidakirina wan dê bibe sedema bandorên ecêb, destkevt û serkevtinên mezin.

Sêkrêtêrê Tevgera Ensarullaha Yemenê pêgirî ser piştgirîya ji azadîxwazên umeta islamê jibo serxwebûn û azadîyê û şerê dijî zorbêjan û cinayetên Amerîka û Israyîlê kir û got: Bila hemî misilman himberî encamderên wan cinayetana bibin yek û bizanibin ku dijmin ew gişk kirine armanc û bidû serdestîya li hemî umeta islamê ne.

Hûsî di dawîya peyama xwe da “mêhwera berxwedanê“ mertalek jibo umeta islamê himberî dijminan û pûçderxistina komploya dijminan zanîye. 

Başa dön tuşu