ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Selamî: Mentiqa zorbêjan li hemberî vîyana cîhanî pêrgî işkestê bûye

Cîgirê fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Mentiqa zorbêjan li hemberî vîyana cehanî pêrgî işkestê bûye

Li gorî rapora Sipah News`ê, serdar sertîp pasdar Hisên Selamî cîgirê fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî îro li bîst û duyemîn civata seranserî ya fermandar û berpirsên Sipahê li Têhranê herviha got: Çarçov û hîndiseya deshilatdariyê li cîhanê guherîye û Îslam wek alîbereke girîng ya hîndiseya deshilatdariyê li cîhanê  ye.

Cîgirê fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî herwiha got: Dijmin bi dû perçekirina cîhana Îslamê bi saya bêtifaqîyên xwînawîn bûye û hela jî bi plan û stratejîyê vê armancê dişopîne.

Sertîp pasdar Hisên Selamî li dewama xeberdana xwe got: Dijmin di hêla çandî da jî bi dû jinavbirina nasnama islamî û cîgirkirina nasnama cehanî û guhertina nirxên civaka islamî bi karên dijî nirxan û nasnama pûç a rojavayî ye.

Cîgirê fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî pêkutî kir ku Îrana islamî di rêka cehadê da, rîyên serketina li hemberî dijmin fêr bûye û pêşketin û destkevtên giranbuha bi dest xistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu