ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Ensarullaha Yemenê êrîşê ser meqerên kirêgirtiyên Erebistanê kirin

Ensarullaha Yemenê li bara serdestiya hêzên xwe ser meqerên hêzên ser bi dewleta îstifakirî ya vî welatî li navça Necranê li başûrê Erebistanê agahî da.

 Li gorî rapora  kanala  El-Mesîrê, çavkaniyeke eskerî ya ser bi tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku yekîneyên artêşê û komîteyên gelanî yên vî welatî operasyona êrişkirênê ya  berfireh li dijî meqerên hêzên dewleta îstifakirî ya yemenê li navça  El-Sedîsê cih anîn.

  Vê çavkaniyê got: “Ev operasyon bû sedema paqijkirina meqerên curbicur û serdestiya ser wan. li vê opersyonê her wiha hejmarek ji hêzên dewleta îstifakirî hatin kuştin û birîndar bûn û gelek çek û sîleh jî keşf  û zevt kirin”.

 Li vê çarçoveyê, çavkaniyeke  eskerî ya yemenî jî got ku hêzên Ensarullahê pêşiya pêşdeçûna hêzên ser bi artêşa Erebistanê li Necranê girtin.

 Eva li halekî ye ku  televîzyona  fermî ya Erebistanê li raporekê îdia kir ku  hevalbendiya  destdirêjkirê erebî meqerên  eskerî yên Ensarulahê li Senayê ji wan berevaniya hewayî daye ber êrişan.

 Ji aliyê din ve Yehya Serî Berdevkê fermî  yê hêzên çekdar ên Yemenê tevî şekerekirina  hûrgiliyên  duwem opersyona van hêzana li dijî balefirgeha Ebhaya Erebistanê teqez kir: Xebata wê balefirgehê hatiye rawestandin.

Başa dön tuşu