Ensarullaha Yemenê li bara serdestiya hêzên xwe ser meqerên hêzên ser bi dewleta îstifakirî ya vî welatî li navça Necranê li başûrê Erebistanê agahî da.
Li gorî rapora kanala El-Mesîrê, çavkaniyeke eskerî ya ser bi tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku yekîneyên artêşê û komîteyên gelanî yên vî welatî operasyona êrişkirênê ya berfireh li dijî meqerên hêzên dewleta îstifakirî ya yemenê li navça El-Sedîsê cih anîn.
Vê çavkaniyê got: “Ev operasyon bû sedema paqijkirina meqerên curbicur û serdestiya ser wan. li vê opersyonê her wiha hejmarek ji hêzên dewleta îstifakirî hatin kuştin û birîndar bûn û gelek çek û sîleh jî keşf û zevt kirin”.
Li vê çarçoveyê, çavkaniyeke eskerî ya yemenî jî got ku hêzên Ensarullahê pêşiya pêşdeçûna hêzên ser bi artêşa Erebistanê li Necranê girtin.
Eva li halekî ye ku televîzyona fermî ya Erebistanê li raporekê îdia kir ku hevalbendiya destdirêjkirê erebî meqerên eskerî yên Ensarulahê li Senayê ji wan berevaniya hewayî daye ber êrişan.
Ji aliyê din ve Yehya Serî Berdevkê fermî yê hêzên çekdar ên Yemenê tevî şekerekirina hûrgiliyên duwem opersyona van hêzana li dijî balefirgeha Ebhaya Erebistanê teqez kir: Xebata wê balefirgehê hatiye rawestandin.