IraqNûçeRojhilatanavin

Bombebarana meqerê DAIŞê li nav Mûsilê

Bi hatina heftiya dudiyan a operasyona Mûsilê hêzên iraqî ji êrişa ser meqerên DAIS`ê li nav bajarê Mûsilê agahî dan.

Li gorî rapora ISNA`yê, hêzên iraqî ji hemî aliyan xêncî beşa rojava  Mûsil dorpêç kirine û ev hêza ji destpêka  bombebarana  DAIŞê nav bajarê Mûsilê agahî dan.

Hêzên iraqî ji navenda  El-Qiyarê karîn ku deh gundan li başûrê Mûsilê ji destê DAIŞê azad bikin û ji kêleka  çemê Dîcleyê ber bi bakur ve bi pêşde herin.

Piştî pêşdeçûna  hêzên pêşmerge li bereya rojhilata Mûsilê hêzên iraqî û hêzên pispor ên rawestana li ber terorîzmê dewsa wan girtin. Ev hêz karîn ku  navçên  çola Neynewayê  tam azad bikin. Pêşmergan jî helîqa dorpêçkirina Başîqê ku di bin kontrola DAIŞê de ne  qahîmtir û tengavtir bikin. Başîqe yek ji bajarokên herî mezin  dervey navenda Mûsilê ye.

Çavkaniyeke xwecî li parêzgeha  Neynewaya Iraqê jî li bara  kiryara DAIŞê ya derheq danîna bombeyan li pireyan û riyên  peywendiya sereke yên Mûsilê, hevgavê nêzîkbûna hêzên iraqî agahî da.

Vê çavkaniyê raghand ku  piraniya endamên DAIŞê paşde vekişyane  bo devavên  rojhilata Dicleyê û li wir jibo şerê dawiyê amade bûne.

Hevalbendiya li dijî DAIŞê jî ragihand ku 32 êrişên hewayî li dirêjahiya  heftiyekê li navçê operasyon hebûye ku li encama  wê 136 meqerên eskerî, 18 tûnêl û 24 trimbêlên  bombekirî têk birine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu