CîhanEwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîka têrorîstan jibo bidestxistina armancên xwe li Sûriyê bi kar tîne

Wezareta karên derve ya Rûsiyê Îniyê bi şev bi daxûyanioyekê ragihand ku Amerîka jibo serêxwegirtina armancên xwe yên Jêopolîtîk têrorîstan li Sûriyê bi kar tîne.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Wezareta karên derve ya Rûsiyê ragihan dku di heyama 8 salan qeyrana Sûriyê, Servîsên taybet ên Amerîkayê jibo serêxwegirtina armanc û berjewendiyên xwe pişta hin têrorîstan girtine ku bi awayê rasterast têkilliya xwe bi koma têrorîst a El Qayîdeyê ra hene.

Roja Pêncşemiyê jî Mariya Zaxarova, berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê ji Amerîkayê xwestibû ku herî zûtri hêzên xwe ji Sûriyê derxîne.

Amerîka bi mehneya şerê dijî komên têrorîst bi awayê neqanûnî (Bêyî destûra Şamê) amadebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê heye.

Başa dön tuşu