ÎranNûçeRojhilatanavin
Erdheja 5.4 rîşterî parêzgeha Erdebîlê li Îranê hejand

Erdhejeke 5.4 rîşterî bajarên li bakurê parêzgeha Erdebîlê li Îranê hejandin, navenda vê erdhejê Komara Azerbaycanê bû.
Ev erdheja li Komara Azerbaycanê û siet 23:17 şeva buhurî li gor dema herêmê li 10 km a binê erdê qewimî.
Li bajarên sînorê yên Parsabad û Bîlesuwarê ku di cînaretiya KOmara Azerbaycanê de ne, ev erdheja hat hestkirin û bû sedema tirs û xofa xelkê.
Qayîmmeqamê Parsabadê got: Li vê erdhejê, 6 kes birîndar bûne ku 5 kes hema ser piyan hatine dermankirin û zarokekî 12 salî jî hatiye razandinê.
Li gorî raporên ku ji van bajarana hatine raghandin li encama vê erdhejê hin avahiyên kêmdewam û sist ên gundan qelişîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)