ÎranNûçeRojhilatanavin

“Peyama Îranê ji bo piştgirên koma têrorîst a DAIŞ`ê ev e ku nekevin rikeberiya digel Îranê“

Sipahê pasddarên Înqilaba Islamî êvara yekşemiyê bi armanca tembîkirina têrorîstên tekfîrî li Sûriyê, şeş mûşek avêtine ser navenda fermandetî û kombûna û piştevanî û çêkirina erebeyên xwekujan  a DAIŞ`ê li Dêyrezora vî welatî.

Fermandarê Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Xatem Ul Enbiya ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Serrtîp Ferzad Ismaîlî roja sêşemiyê li hevpeyivîna digel IRIB News`ê got: Berevaniya ji Komara Îslamî ya Îranê bersiveke bêyî hicet û nermînîşandanê ye û li mijara firokeya hilgirê hêzên hevpar ên biyanî ber bi Efxanistanê di sala 2014`an da jî, Îranê selimand ku eger biryar e derbasbûneke derew ji esmanê Îranê hebe, divê dakevin û lêbihurînê bixwazin.

Biryargeha Pedafenda hewayî ya Xatem Ul Enbiya ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di meha Îlona 2014`an firokeyeke hilgirê hêzên ISAF`ê ku 108 çekdar têda bûn, ji ber raberkirina zanyariyên şaş, neçar kir ku li firokexaneya Bender Ebasê (li başûrê Îranê) dakeve û firokevanê wê daxwaza lêbihurînê kir.

Fermandarê Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Xatem Ul Enbiya ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha rewşa pedafenda hewayî ya Komara îslamî ya Îranê baş da zanîn û got: Her firokeyekê ji bo derbabsûna ji sînorên hewayî yên Îranê divê îzna xwe hebe û eger bê îzn be, neçar e ku dakeve; eger danekeve yê were jordaxistin.

Fermandarê Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Xatem Ul Enbiya ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hêza hewayî ya Îranê wergirtî ji mûşek, radar, çavdêrî û bihîstin azanyariyan nîne; Belkê wergirtî ji hêza piştevaniya gel e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu