IraqNûçeRojhilatanavin

Cîgirê Bexdadî Ebû Hemze El Ensarî hat kuştin

Cîgirê Serokê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî Ebû Hemze El Ensarî di çarçoveya operasyona Mûsilê ya bajarê Hemam Elî de ji terefê balafirên koalîsyona navneteweyî ve hat kuştin. Fermandarê operasyona Mûsilê Necim Cibûrî ragehand ku di êrîşekê koalîsyona navneteweyî de li Mûsilê serkirde û cîgirê Bexdadî Ebû Hemze El Ensarî hat kuştin.

Derbarê vê yekê de Fermandarê operasyona Mûsilê Necim Cibûrî ragehand ku di çarçoveya kontirolkirina Mûsilê de balafirên koalîsyona navneteweyî di êrîşekê de fermandar û Cîgirê Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bi navê Ebû Hemze El Ensarî ku ji welatê Cezayirê bû hate kuştin. Duh jî li gorî ragihandina şer a Artêşa Iraqê fermandarekî rêxistina terorîst a DAIŞê Mûhened Îbrahîm Eklat ku bi navê Ebû Aîşe El- Bîlawî naskiriye di êrîşekê de hatibû kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu