FilistînNûçeRojhilatanavin

Aramiya li meşa Mafê Vegerê derfetek bo kutakirina dorpêça Gazayê ye

Endamê pilebilind ê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(HAMAS), aramiya vê dawiyê li meşên Mafê Vegerê tenê curek dayîna derfetê bo Rejîma Siyonîst ji bo kuatkirina dorpêça zîvala Gazayê da zanîn.

 Xelîl El-Hiye roja pêncşemiyê li gotûbêja bi IRNA`yê re bal kişand ser vê yekê ku yek ji riyên  têkoşîna filistîniyan, meşên  Mafê Vegerê heya işkesta dorpêça Gazayê ye û destnîşan kir: Gelê Filistînê, dê riya têkoşîn û cîhadê heya bidestxistina hemî mafên xwe û derketina dagirkirên siyonîst bidomîne.

Endamê pilebilind ê HAMASê destnîşan kir: Destdirêjiyên  berdewam ên Rejîma Siyonîst û bikaranîna gullên cengê bona rawestana li ber ciwanên filistînî, tu carî nikare berxwedana  gelê Filistînê rawestîne.

El-Hiye bal kişand ser vê yekê ku hewldanên ji bo têkbirina dorpêça 12 salî ya zîvala Gazayê tim didome û got:  Hin kes naxwzain ev dorpêça bi dawî were lê gelê Filistînê bi alîkariya  azadeyên cîhanê, mafên xwe distînin.

Li gor nûçeyeke din, eskerên Rejîma Siyonîst vê sibê êriş kirin ser navça Xan Ehmerê li rojhilata Qudsa dagirbûyî û ev gunda kavil kirin.

Pêştir hêzên Rejîma Siyonîst riya sereke ya ber bi Xan Ehmerê girêdan û nehiştin xelkê vî gundî derbasê vê navça  çolî bibin.

Dadgeha Rejîma Siyonsît vê dawiyê, hikmê kavilkirina malên filistîniyên rûniştiyê navça çolî ya Xan Ehmerê li rojhilata Qudsê û koçberkirina bi dehan malbatên filistînî yên rûniştiyê vê navçê da.

Xelkê navça  Xan Ehmerê çolnişînên El-Neqbê bûn ku sala 1953` an ji vê çolê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatin derxistin  û neçar man li vê navçê bicih bibin.

Başa dön tuşu