EfrîqaEwropaNûçe

Serokdewletê Filîpînan Duterte wê dawiyê li hevkariya 65 salan bîne

Serokdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte daxuyand ku ew ê di demek nêzîk de dawiyê li tetbîqet û sepandinên leşkerî yên hevparên bi Amerîkayê re bîne.

Serokdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte yê ku ji bo Serokê Amerîkayê Barack Obama gotibû ‘lawê q….’ û bûbû sedema qeyraneke dîplomatîk îcar jî diyar kir ku wê welatê wî ‘di demeke herî nêzîk’ de dawî li têkiliyên xweyên leşkeri yên bi Amerîkayê re bîne.

Duterte got “ev ê tetbîqeta herî dawiyê be, ev di navbera Filîpînan û Amerîkayê de sepandina leşkerî ya herî dawiyê ye”. Ger ku Duterte vê gotina xwe bike, wê hevkariyeke leşkerî ya ji sala 1951a vir ve heye, bi dawî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu