IraqNûçeRojhilatanavin

Pismamê Ebû Bekir Bexdadî hat girtin

Hat ragihandin ku bi saya agahiyên îstîxbaratê polêsên federal ê Iraqê li herêma Cevsak a Mûsilê kurmamê Ebû Bekir Bexdadî hat desteserkirin.

Li gorî dîmênên kanala televîzyona Iraqê ya bi navê Al Sumaria di dîmênan de kesekî rih sor ku ji terefê hêzên ewlehî yên Iraqê ve tê girtin dikeve kamerayan.

Herwiha berpirsên ewlehiyê di daxuyaniya xwe de navê şexsê ku pismamê Bexdadî ye nedan û ragihandin ku ev kes fermandarekî paye bilind ê rêxistina terorîst a DAIŞê ye û û ji bo jêpirsînê hatiye desteserkirin.

Herêma Cevsak a başûrê Mûsilê di çarçoveya operasyona de roja duşemê ji rêxistina terorîst a DAIŞê hatibû rizgarkirin. Di şer û pevçûnên Cevsakê de zêdetirî 50 milîtanên terorîst hatibûn kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu