Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Erebistan agirbesa Yemenê binpê dike

Balefirên cengê yên Rejîma Siûdî li dewama êrişên xwe ser gelê bêberevan ê Yemenê, navçeyên xelknişîn ên vî welatî bombebaran kirin.

Êrişa balefirên cengê yên Erebistanê ser bakurê rojhilata Yemenê li parêzgeha Umranê, bû sedema kuştina 13 kesan û her wiha hejmarek jî birîndar bûn.

Li encama êrişên balefirên cengê yên siûdiyan ser navçeyên xelknişîn ên bajarê Senayê,paytexta Yemenê jî hejmarek ji yemeniyan hatin kuştin. Bombebarana Yemenê li halekê didome ku muzakirên aşitiyê yên Yemenê li Kuweytê navbera partiyan û tevgerên siyasî ji aliyekê ve û taxima nuneratiya Mensûr Hadî ji aliyê din ve tim di rojevê de ne.

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê, Can Kêrî û wezîrê karên derve yê Erebistanê Adil El-Cubeyr li Parîsê li bara alûgurên Yemenê û Sûriyê gotûbêj kirin. Wezîrê karên derve yê Emerîkayê îdia kir ku Erebistanê roleke bibandor bona rawestana li ber terorîzmê hebûye. Can kêrî got ku encamên hewldana Riyazê li vê barê dikarin li nîvgirava Erebistanê û bitaybet di Yemenê de bibînin. Can kêrî li halekê rola Riyazê bona rawestana li ber terorîzmê erênî nirxand ku Erebistanê bi hevalbendiya hin welatên erebî yên navçê û bi hevrêtiya Emerîkayê ji 26 Adara 2015an êrişên berfireh ser Yemenê destpê kir da ku Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî ya vî welatî vegerîne ser desthilatê.

Li encama êrişên Erebistanê û hevalbendiya erebî ser Yemenê û binpêkirina berdewam a agirbesê li Yemenê heya niha bi hezaran yemenî ji wan jin û zarok hatine kuştin û bi dehan hezar kes jî aware bûne û sedî 80 yê binavahiyan, navendên xizmetkirin û dermankirinê yên vî welatî hatine kavil kirinê.

Biryar e grûpên nû ji hêzên emerîkî bi kelûmelên eskerî derbasî navçeyên başûrê Yemenê bibin. Ev kirayra li saya bêdengiya NY û tevî berdewamiya muzakirên siyasî yên Yemenê li Kuweytê cih tê .

Destdirêjkiran rawestana li ber terorîzmê û El-Qayidê wek mehneyekê bona êrişa ser Yemenê îstidafe kirine. elkê parêzgehên başûrê Yemenê jî tekez kirin ku li civînên ku bona pêkanîna hin bereyan bona rawestana li ber dagirkiran dê beşdar bibin .

Kumîteya bilind a inqilaba Yemenê ser bi etvgera Ensarullahê ji gelê vî welatî xwest ku li dijî destdirêjiya siûdî-emerîkî ser Yemenê meş û rêpîvanê bi rê xînin.Kumîteya bilind a inqilaba Yemenê bi daxûyaniyekê gelê vî welatî vexwend ku îna tê berêvarê bi birêvebirina meşeke berfireh nerazîbûna xwe li hember destdirêjiya esker ya siûdî-emerîkî bo Yemenê ragihînin. eskerên emerîkî li rojên buhurî bo cara yekê ji dema destpêbûna destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê çûne nav hin beşên başûraê vî welatî û şerê sepandî hin aloztir kirine.

Başa dön tuşu