ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Erebistan gefek li ser welatên navçeyê ye

Serokê nivîsgeha rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Alê Siûd wek gefeke mezin ji bo gelên misilman li naçeyê da zanîn.

Serokê nivîsgeha rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Alê Siûd wek gefeke mezin ji bo gelên misilman li naçeyê da zanîn.

Serokê nivîsgeha rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hucet-ul-islam wel-muslimîn Mihemed Mihemedî Gulpayganî roja pêncşemiyê li merasima rêzgirtina li şehîdên şaristana Mêymeyê ya parêzgeha Isfehanê (li navenda Îranê) bal kişande ser cinayetên rêjîma Alê Siûd li dijî gelê Yemenê û piştgiriya wê ji komên têrorîst ên çalak li navçeyê û got: Erebistan gefeke mezin li ser misilmanan e.

Serokê nivîsgeha rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hucet-ul-islam wel-muslimîn Mihemed Mihemedî Gulpayganî got: DAIŞ û komên tekfîrî hemî hewildana xwe ji bo derbaskiirna sînorên Îranê bi kar anîne da ku bi pêkanîna opêrasiyonên têrorîstî ewlehiay heyî li Komara Îslamî ya Îranê têk bibin, lê ew ê nema di vî warî da bi ser bikevin.

Serokê nivîsgeha rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî her viha amaje bi mirina bi sedan kes ji misilmanan li karesata sala par a Minayê kir û her viha got: Rêjîma Siûdiyê ne tenê hêjatî û layîqtiya viya tine ku bibe Xadim El Heremêyn, belki gefeke ciddî li ser herema ewleh a Xwedê (Mala Xwedê; Mekke) ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu