ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Dewlet piştgîriya ji hêzên çekdar re wê berdewam ke

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Ruhanî li hevdîtina fermandeyên artêşa Îranê destnîşan kir: Dewlet û gelê Îranê, baweriya wan bi artêşê re wekî hêzên çekdar ên bi Îman û fîdakar heye û dewlet wê piştgîriya ji hêzên çekdar re berdewam bike

Hesen Ruhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja şemiyê li hevdîtina bi fermandeyên payebilind ên artêşê, bal kişande ser vê yekê ku artêş li Înqilab, dewra berevaniya pîroz û vê dem û gavê serfiraz bûye û Îmam Xumeynî (re), rêberê giranqedir ê Înqilabê û netewê Îranê hertim  baweriya xwe lê aniye û ji vê şûnda jî wê pê bawermend bibe, Serokomar Ruhanî herwiha got: Hêz û şiyana operasyonê ya hêzên çekdar ên Îranê maye ser çalakiya birêxistinbûn û pergala hêzên çekdar û  biserûberiya navxweyî û birojbûna alavên van hêzan.

Ruhanî destnîşan kir: Ji hêla Îmam Xumeynî(re) ve, yek ji sembolên serxwebûna Îranê, serxwebûna leşkerî ye û her di vê çarçoveyê de, li qanûna bingehîn a Îranê jî parastina nizam, serxwebûna welêt û yekperçetiya axê, berpirsyariyên sereke yên artêşa Îranê hatine zanîn.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişande ser erkên hêzên çekdar li gor qanûna bingehîn a Îranê jî û herwiha got: Divê hêzên çekdar dema aştiyê û di her warekî de ku dewlet pêwîst bizanibe, li cem dewletê bin û bona pêşdabirina bernameyên sîstima cihanînê jibo birêvebirina Îranê alîkariya dewletê bikin.

Ruhanî bal kişande ser vê yekê ku artêş piştî Înqilaba Îslamî, li her du berûlayên îslamî û gelanîbûnê serketî bûye û got: Divê hêzên çekdar derveyî partiyan bibin û roja îro sermayeya herî mezin a artêşa Îranê, baweriya giştalî û ser bi tevgerên siyasînebûnê ye.

Ruhanî herwiha roja dîrokî ya 13`ê Abanê û sirgûnkirina Îmam Xumeynî (re) bi bîr xist û got: Pişkek ji axiftina hezretê Îmam Xumeynî (re) li 4`ê meha Abana sala 1343`an a Koça Tavî (26`ê Cotmeha sala 1964`an) li ser mezinahî û serxwebûna artêşê bû û wî bi awayekî hevgav mezinahiya xelk û hêzên çekdar, armanca Înqilaba Îslamî dizanî (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu