ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Erebistan li muzakireyên aştiya Yemenê cidî nîne

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê pêgîrî kir: Dewama êrişên hevalbendiya êrişker a siûdî ser vî welatî hevgavê dewama muzakireyên aştiyê li Swêdê, nîşan dide ku Riyaz bona serêxwegirtina aştiyê, cidî nîne.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya El Mesîrê, Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê, got: “Êrişên hevalbendiya êrişker a bi serkirdayetiya Erebistanê , qet wê alîkariya muzakireyên aştiya Yemenê li Swêdayê nekin”.

Dewra çaran a muzakireyên aştiya Yemenê, ji roja Pêncşemiyê 6`ê Kanûnî ve bi beşdariya aliyên yemenî li gel Martîn Gîrîfîts, nûnerê taybet ê sekreterê gişt ê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li karûbarên Yemenê li Stokholma Swêdayê, bo mideha hefteyekê destpê bûye.

Ji dema destpêbûna muzakireyên aştiya Yemenê li Swêdê ve, ne tenê êrişên siûdiyan û hevgirtiyên wan bo Yemenê kêm nebûne belke zêde jî bûne.

Balafirên hevalbendiya êrişker a Siûdî, Şemiyê bi şev navçeya Feleke El Rebesê li parêzgeha Hudeydê li rojavaya Yemenê dan ber bombeyan ku di encama vê êrişê de herîkêm 2 kesên sivîl hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu