IraqNûçeRojhilatanavin

Erebistan sebebkarê alozî û komployan li Iraqê ye

Elî Remezan El-Ewsî birêveberê lêkolînên başûra Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa Tesnîmê bal kişande ser kiryarên terorîstî yên duh çarşemê li Bexdayê û got: Erebistan dixebite ku dijminatî û duberekiya bêxe nav iraqiyan û şerê siyasî li nav Iraqê bide destpê kirin.

Elî Remezan El-Ewsî birêveberê lêkolînên başûra Iraqê bal kişande ser serketinên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî dijî terorîstên DAIŞ’ê û zêdebûna zextûzora ser wan û dorpêçbûna terorîstan ragihand ku ji ber vê rewşê terorîstên DAIŞ’ê dest bi kiryarên terorîstî dikin bona ku bikaribin li cem raya giştî şikestên xwe veşêrin.

Wî got: Ji aliyê din ve niha ku terorîstên DAIŞ’ê haje şikesên xwe bûne dil hene şêr bikşînin nav bajarê Bexdayê ta ku pîşiya azadkirina navçên din ên Iraqê ji destê wan bê girtin, lê rastî eva ye ku terorîstan li nav axa Iraqê şikest xwarine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu