ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Erebîstana Siûdî agirbesê binpê dike

Berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê li bara zêdebûna binpêkirina agirbesa Hudeydê ji aliyê destdirêjkirên siûdî agahî da.

 Li gorî rapora Mehr News`ê, Muhemed Ebdulselam, berdevkê  tevgera Ensarullaha Yemenê roja sêşemiyê got: Balefirên  cengê yên  hevalbendiya destdirêjkirê siûdî endamên komeke pûçkirina  maynan li Hudeydê ku bi hevahengiya  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li vî bajarî dixebitîn, dan ber êrişan ku li encama wê yek ji endazyarên  pûçkirina maynan hat kuştin.

Berdevkê Ensarullah Yemenê destnîşan kir: Siûdî her tim li dû pêkanîna berbendan ser riya  aşitiya Yemenê ne û qet ser navroka hevhatinên aşitiyê nasekinin.

Eva yekim kiryara  kirêgirtî û destdirêjkirên siûdî li warê binpêkirina hevhatina  Stokholma  Swedê nîne lê ferqa wê bi kiryarên wan ên li dû hev ên binpêkirina  naveroka  hevhatinê, li dirêjahiya  zêde ji meheke buhurî eva ye ku ev cinayeta li ber hin kamêreyan cih hatiye ku sehna cinayetê tomar kirine.

Nûnerên dewleta neteweyî ya Yemenê û nûnerên  alîgirê Riyazê bi serokatiya  nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî li çaremîn dewra muzakirên aşitiya Yemenê ji 6 heya 13 Kanûnê li bara  agirbesê li Hudeydê li Stokholma Swedê li hev kirin.

Başa dön tuşu