Berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê li bara zêdebûna binpêkirina agirbesa Hudeydê ji aliyê destdirêjkirên siûdî agahî da.
Li gorî rapora Mehr News`ê, Muhemed Ebdulselam, berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê roja sêşemiyê got: Balefirên cengê yên hevalbendiya destdirêjkirê siûdî endamên komeke pûçkirina maynan li Hudeydê ku bi hevahengiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li vî bajarî dixebitîn, dan ber êrişan ku li encama wê yek ji endazyarên pûçkirina maynan hat kuştin.
Berdevkê Ensarullah Yemenê destnîşan kir: Siûdî her tim li dû pêkanîna berbendan ser riya aşitiya Yemenê ne û qet ser navroka hevhatinên aşitiyê nasekinin.
Eva yekim kiryara kirêgirtî û destdirêjkirên siûdî li warê binpêkirina hevhatina Stokholma Swedê nîne lê ferqa wê bi kiryarên wan ên li dû hev ên binpêkirina naveroka hevhatinê, li dirêjahiya zêde ji meheke buhurî eva ye ku ev cinayeta li ber hin kamêreyan cih hatiye ku sehna cinayetê tomar kirine.
Nûnerên dewleta neteweyî ya Yemenê û nûnerên alîgirê Riyazê bi serokatiya nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li çaremîn dewra muzakirên aşitiya Yemenê ji 6 heya 13 Kanûnê li bara agirbesê li Hudeydê li Stokholma Swedê li hev kirin.