NûçeErebîstanÎranRojhilatanavin

Erebistana Siûdî: Em dixwazin bi Îranê re têkiliyên erênî deynin

Erebistana Siûdî: Em dixwazin bi Îranê re têkiliyên erênî daynin.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan ragihand ku welatê wî dixwaze bi Tehranê re peywendiyên erênî deyne, lê di navbera her du welatan de nakokî hene.

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bîn Ferhanê ku ji bo 77emîn Civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, têkiliyên Tehran û Riyadê nirxand.

Wezîrê Erebistana Siûdî diyar kir ku bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan re hevdîtin pêk neaniye û hin nakokiyan rê li ber vê hevdîtinê girtin.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Bin Ferhan ragihand ku welatê wî dixwaze bi Tehranê re peywendiyên erênî deyne, lê nakokiyên di navbera her du welatan de berdewam in.Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî got: “Em hêvîdar in ku pêşketina danûstandinên li Viyanayê mimkun be.”

Başa dön tuşu