IraqNûçeRojhilatanavin

21 kes li rojhilata Bexdayê hatin kuştinê yan birîndar bûn

Kesekî xwekuj îro piştî nîvro xwe li rojhilata Bexdayê teqand ku di encamê da heta niha 10 kes hatine kuştinê û 11 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, di encama xweteqandina kesekî xwekuj li bazara devera Beledîyatê li rojhilata Bexdayê da herîkêm 10 kes hatin kuştinê û 11 kes jî birîndar bûn.

Îro danê sibê jî kesekî xwekuj bi maşîneke bombekirî li devera ticarî ya Elwe Cemîleyê li bajaroka Sedrê ket ber êrişê ku di encamê da 12 kes hatin kuştinê û zêde ji 50 kesan jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu