Firokeyên şêrr ên rêjîma siûdî êvara Îniyê du caran avahiya wezareta berevaniyê ya Yemenê li Senaya paytexta vî welatî dane ber bomban.
Li gorî rapora AL Alamê, li bombebarana avahiya wezareta berevaniyê ya Yemenê li Senayê heta niha heft kes birîndar bûne ku halê hinek ji birîndaran xerab hatiye ragiahndin.
Firokeyên şêrr ên rêjîma siûdî êvara Çarşemiyê jî di sê nobetan da navenda perwerdehiyê ya parêzvaniya serokomartiya Yemenê li bakurê Yemenê dane ber bomban.
Firokeyên şêrr ên Erebistanê duh anku Îniyê jî malên xelkê li taxa Vebnî Seyah a şaristana Razihê li parêzgeha Seideyê li bakurê rojavaya Yemenê dane ber êrîşê ku di encama wê da hejamreka welatiyên yemenî hatin kuştin û birîndar bûn.
Li vî halî şeva çûyî ji ber êrîşa firokeyên şêrr ên artêşa Erebistanê li ser malên xelkê li Senaya paytexta Yemenê, heşt welatiyên asayî birîndar bûn.
Her wiha li êrîşa esmanî ya vê dawiyê ya artêşa Erebistanê li ser parêzgeha Heceya Yemenê 60 welatiyên asayî ji wan hejmareka jin û zarokan hatin kuştin an birîndar bûn.
Erebistana Siûdiyê bi piştgiirya Amerîkayê û di bin siya bêîdengiya Rêxistina Neteqweyên Yekbûyî (NY) ji 26`ê Adara 2015`an va destdirêjiya xwe ya leşkerî li ser Yemen ê ûdorpêçkirina erdî, hewayî û deryayî ya vî welatî bi mheneya vegerandina Ebde Rebbe Mensûr Hadî serokomarê revîyayî û îstîfakirî yê Yemenê ser desthilatê dest pê kiriye.
Ji ber vê destdirêjiya leşkerî zêde ji 12 hezar yemeniyan hatione kuştin, bi dehan hezar kesî birîndar û bi miliyonan kes ji yemeniyan jî aware û bêşûnûwar bûne û gellek ji binavahiyên vî welatî kavil û wêran bûne.