AsyaCîhanEwropaNûçe

Wezareta Parastinê ya Çîn îdiayên 150 hezar leşker şandine ser sînorê Koreya Bakur derewand

Wezareta Parastinê ya Çîn îdiayên 150 hezar leşker şandine ser sînorê Koreya Bakur derewand.

Di daxuyaniya Çînê da hat destnîşankirin îdiayên rêvebiriya Pekînê piştî pirsgirêkên bi Koreya Bakur ra 150 hezar leşker şandiye ser sînorê rêvebiriya Pyongyangê rast nînin.

Di daxuyaniyê da helwesta Çînê hat dubarekirin û bang li hemû terefan hat kirin ji bo Nîvgirava Koreyê ji çekên nukleer bê paqijkirin bên ser maseya mizakereyê.

Di çapemeniya Ewropa û DYA’yê da nûçe derketibûn û dihat îdiakirin Çînê 150 hezar leşker şandiye ser sînor. Wek mayîn di nûçeyan da tê gotin Çîn ji ber îhtimala êrîşa DYA’yê ji bo çareserkirina meseleya penaberan leşker û alîkariya tibbî peyda kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu