ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê: Mafên mirovan a welatên rojavayê, derew e

Pêşnimêjê înê yê Têhranê, diyar kir ku mafên mirovan ên ku welatên rojavayê dixin rojevê, tenê derewek e û tekez kir civakên mafên mirovan li hember cinayetên Alê Siûd û Alê Xelîfe bêdeng mane.

 Li gorî rapora nûçegihanê IRIB Newsê, Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî li xutbeyên nimêja îniyê ya vê hefteyê ya Têhranê bal kişand ser piştgiriyên giştalî ya Emerîkayê ji Erebistan û Behreynê û destnîşan kir: Rejîma Siûdî û Alê Xelîfe ser fermana Donald Trump serokomarê Emerîkayê, gelê Erebistan, Yemen û Behreynê serkut dikin.

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha got ku rewşa gelên misilman ên Behreynê, Yemen û gelê rojhilata Erebistanê bi saya bêdengiya navneteweyî ya  mafên mirovan pir xirab e.

Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî  her wiha  bal kişand ser rewşa misilmanên Komara  Azerbaycanê û got ku dewleta vî welatî fêrkariyên  quranî û tazîdariyê jibo gelê Komara Azerbaycanê qedexe kiriye.

Pêşnimêjê înê yê Têhranê bal kişand ser dewama  girtina  şêx Îbrahîm Zekzekî rêberê tevgera Îslamî ya Nîcerê ji aliyê dewleat vî welatî û ji rayedarên  Nîcerê xwest ku  bila hegera vê girtinê kivş bikin.

Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sedîqî  her wiha ji berpirsên Teşkîlata Dadweriyê ya KOmara Îsamî ay îranêxwst ku cinayetên  li dijî misilanan li seranserê cîhanê bişopîn û bibin bilingo û trîbûna  mezlûmên cîhanê.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamîduşemiya heftiya buhurî li hevdîtina serok û berpirsên  Teşkîlata Dadweriyê û serokên giştî yên dadweriyên  seanserê Îranê tekez kir: Şopandina  mesele û mijarên navneteweyî giring e û Teşkîlata dadweriyê dikare  xwe têlikî van meselan bike û piştgirî an dijberiya xwe bi micidî raghîne ku li dinyayê deng vede.

Başa dön tuşu