ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Erebistanê heta dawîya sala 2016`an zêde ji 150 kesî îdam kirine

Sazîya Berevanîya ji Mafên Mirovan a Rîprîvê (Reprieve) ya Ingilîsê ragihand ku Erebistanê heta dawîya sala 2016`an zêde ji 150 kesî îdam kirine.

Li gorî rapora malpera rojnama Guardian a Ingilîsê, Sazîya Berevanîya ji Mafên Mirovan a Rîprîvê ya Ingilîsê li raporekê ragihand, di sala 2015`ê da, 158 kes  û di sala 2014`an da jî 87 kes li Erebistanê hatine îdamkirinê.

Li gorî vê raporê, Erebistan dadgehên nihênî jibo sepandina cezaya îdamê li dijî sûckarên têkildarî madeyên hişber, tezelaw û girtîyên sîyasî bikar tîne.

Li dewama vê rapora Sazîya Berevanîya ji Mafên Mirovan a Rîprîvê hatîye ku gellek welatên ereb ên derdora Kendava Farsê cezaya îdamkirinê cih tînin û ev dilgiranîya heye ku îdamkirin bibe karekî asayî yê nû. Niha 30 hezar girtîyên sîyasî di zîndanên Erebistanê da hene ku eva kûratîya siyaseta tepeserkirinê ya Rejîma Alê Siûd nîşan dide .(BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu